Hims-SANA
Pêkhateyên xirîstîyanî li Parêzgeha Himsê îro Duşemê, nimêja hevbeş li dêra Arbi’în Şehîd li taxa Bustan El-Dîwan li bajar, di nav çalakîyên heftîya nimêjê de ji bo yekîtîya xirîstîyanan pêk anîn.
Serokê keşeyên Hims, Hema, Nebik û derdora wan ji bo suryanên katolîk metran Maryolyan Yeqûb Murad di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir, ku ev civîn di çarçoveya kevneşopîyeke dêrî ya kevin de tê ku ji zêdetirî sed salan ve berdewam e, û li hemû dêrên cîhanê tê lidarxistin
Her weha eşkere kir ku armanca bingehîn jê pêkanîna peyama Hezretî Mesîh e ya ku banga yekîtîyê dike, ligel piştrastkirina li ser giringîya xurtkirina dîyalogê û nêzîkirina nêrînan di navbera dêrên cuda de, çi katolîk, ortodoks yan jî protestan bin.






