Laziqîye-SANA
Mala Lênêrîna Sêwiyan li Laziqiyê, ku yek ji sazîyên mirovî yên ser bi Komeleya Mesa’i ya Xêrxwazî ya Îslamî ve ye, ji bo zarokên bêxwedî bi rêya peydakirina jîngeheke ewle xizmetên berfireh pêşkêş dike.
Rêveberê malê Welîd Esmer, ku ev mal di sala 1959an de hatîye damezrandin, di daxuyanîyekê de ji peyamnêrê SANAyê re ragihand ku ew ji bo zarokên ji temenê 4 heta 14 saliyê lênêrîneke temam pêşkêş dikin.
Ew lênêrîn aliyên civakî, perwerdeyî û tendirustî li xwe digire, ligel dabînkirina stargeh, xwarin û hemû pêdivîyên rojane.
Welîd Esmer, da zanîn ku mal li ser sîstema “Dayika Cîgir” kar dike, ku her dayikek lênêrîna komeke ji pênc heta heşt zarokan dike.
Wî amaje bi wê yekê kir, “Hejmara zarokên li malê niha 35 zarok in û li gorî rewşên mirovî yên nû an rewşên awarte yên ku ji aliyê Rêveberîya Karûbarên Civakî û alîyên fermî yên parêzgehê ve tên şandin, hejmar diguhere.”
Her wiha destnîşan kir ku fînansekirina malê bi giranî li ser xwefînansekirinê ye, ligel piştgiriya kesên ji civaka xwecihî.
Ji aliyê xwe ve, pispora derûnî û perwerdeyî Zîne Leyle, tekez kir ku di serederîya ligel zarokan de pêşî li bihêzkirina hesta ewlehiyê û avakirina baweriyê bi xwe tê dayîn, bi rêya beşdarkirina wan di proseya perwerdeyê de û derfetdayîna wan ji bo derbirîna nêrînên xwe.








