Dêrezor-SANA
Wezareta Navxwe îro Yekşemê ragihand ku navend ji bo wergirtina daxwazên sererastkirina rewşa (teswîyeya) endamên ku bi rêxistina “HSD”ê re dixebitîn hatine veqetandin, bi armanca ku karibin vegerin jiyana xwe ya asayî û aramîya li herêmê xurt bikin.
Wezaretê li parêzgeha Dêrezorê navendek li devera 7 km li ser otostradê, li hemberî kompanya elektrîkê, di nava avahîya fermandarîya Ewlehîya Hundirîn de dîyar kir. Her wiha li parêzgeha Reqayê jî navendek li hemberî koşka parêzgar ji alîyê rojava, di avahîya sendîkaya karkeran a berê de terxan kir.
Wezareta Navxwe hişyarî da ku divê kesên ji bo sererastkirina rewşa xwe tên, belgeyên xwe yên fermî, emanet, amûr û alavên li cem wan, ligel belge û dokumentên kaxezî û elektronîk ên ku ji “HSD”ê wergirtine, bi xwe re bînin.
Wezaretê tekez kir ku her kesê ji sererastkirina rewşê (teswîyeyê) paş bikeve, dê rûbirûyî lêpirsîna qanûnî bibe.