Hema-SANA
Rêveberîya Hêzên Ewlekarîya Hundirîn li herêma Misyafê, bi hevkarîya beşê têkoşîna li dijî terorê li Parêzgeha Hemayê, kesê bi navê Kinan Elî Bîlal yê ku berê di lîwaya 85an de xwebexş bû di heyama desthilatdarîya rêjîma berê de, girt.
Wezareta Hundirîn di daxuyanîyekê de duh Şemîyê zelal kir ku, li gorî lêkolînên destpêkê, navborî berpirsê beşê çekdarkirin û cebilxaneyê di tabûra 425an de ya ser bi lîwaya 85an ve bû, û erkên operasyonên leşkerî li devera Xabê girtibû ser xwe, û tawanên giran derheqê sivîlan de pêk anîne, û di nav rêzên rêjîma berê de berdewam bû heta hilweşîna wê.
Her weha wezaretê dîyar kir ku kesê hatîye girtin ji bo pêkanîna yasaya pêwîst ji dadwerîya peywendîdar re hat şandin.
Tê zanîn ku Wezareta Hundirîn û alîyên peywendîdar şopandina berpirs û endamên rêjîma berê yên ku di kirina tawan û binpêkirinan de derheqê gelê Sûrîyê de têkildar bûne berdewam dikin, ji bo bicîhkirina bingehê nefilitîna ji sizayê û pêkanîna dadwerîya veguhêz û misogerkirina mafên qurbanîyan û malbatên wan.