Heleb-SANA
Yekîneyên Ewlehîya Hundirîn li parêzgeha Helebê dest bi belavbûna meydanî li gundên gundewarê bajarê Eyn el-Ereb (Kobanî) li gundewarê rojhilatê parêzgehê kirin.
Parêzggeha Helebê bi rêya kanala xwe ya Telegramê îro Şemîyê ragihand ku belavbûna yekîneyan di çarçoveya rêkarên bi armanca xurtkirina aramîyê, parastina ewlehîyê û dabînkirina silametîya şênîyan û mal û milkên wan de tê.
Parêzgarê Helebê Ezam El-Xerîb di 18ê vê mehê de bi rêya kanala parêzgehê ya Telegramê peyamek ji xelkê bajarê Eyn el-Erebê (Kobanî) re şandibû û tê de gotibû: “Ez bang li gelê me yê birûmet li bajarê Eyn el-Ereb (Kobanî) ku ronahîya çavê Helebê ye dikim, Kurd û Ereb, Misilman û Mesîhî, ku guh nedin dengên fitneyê yên ku banga hildana çekan li dijî birayên wan ên Sûrî dikin.”



