Reqa-SANA
Yekîneyên Artêşa Sûrîyê dest bi veguhastina endamên rêxistina HSDê ji girtîgeha El-Eqtanê û derdora wê li parêzgeha Reqayê ber bi bajarê Kobanê (Eynel-Ereb) li rojhilatê Helebê kirin.
Desteya Operasyonan a Artêşa Sûrîyê eşkere kir ku ev pêngav, pêngava yekem e ji bo bicihanîna Peymana 18ê Kanûna Duyem, ku li gorî wê Wezareta Navxwe dê rêveberîya girtîgehê werbigire.
Desteyê tekez kir ku yekîneyên artêşê dê bi endamên rêxistina HSDê re heta derdora bajarê Kobanê (Eynel-Ereb)ê hevrêtîyê bikin.
