Şam-SANA
Fermandarîya Ewlehî û Polîsên Leşkerî di Wezareta Parastinê de dest bi girtina rêkarên yasayî li dijî binpêkerên qanûn û rêzikên dîsîplînê kir ku di dema operasyonên li bakurrojhilatê Sûrîyê de qewimîne. Fermandarîyê tekez kir ku ew li hember tu derketineke ji dîsîplîna leşkerî yan sîstema giştî xemsarîyê nake.
Fermandarîyê di daxuyanîyekê de îro Pêncşemê eşkere kir ku polîsên leşkerî hejmarek binpêkirinên li dijî qanûn û rêzikên tevgerê yên pejirandî şopandine, bi taybetî yên ku di dema operasyonên leşkerî de li bakurrojhilatê Sûrîyê hatine tomarkirin; tevî ku rênima û talîmatên zelal ji bo hemû yekîne û alîyên peywendîdar hatibûn şandin.
Fermandarîya Ewlehî û Polîsên Leşkerî bal kişand ser girîngîya dîsîplîna leşkerî di karê artêşê de û ragihand ku ew dê li hember her cure binpêkirinekê bêdeng nemîne. Di heman demê de, pesnê asta bilind a dîsîplînê ya yekîneyên leşkerî da, ji bilî hin rewşên takekesî ku wê rêkarên pêwîst li dijî encamderên wan werin girtin.