Şam-SANA
Desteya Operasyonan a Artêşa Sûrîyê ragihand ku rêxistina “HSD”ê peymana agirbestê ya bi dewleta Sûrîyê re binpê kiriye û çend êrîş pêk anîne. Ya herî berçav nîşangirtina baregeheke leşkerî bû ku teqemenî û dronên xwekuj tê de bûn (baregeha berê ya HSDê) li hundirê derîyê Ye`rûbîyê (Til Koçer) li gundewarê Hesekê, ku di encamê de “hejmarek leşkerên me şehîd bûn û hinekên din jî birîndar bûn.”
Desteya Operasyonan a Artêşa Sûrîyê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê ragihand: “Em van kiryaran wekî gurkirineke metirsîdar û binpêkirineke eşkere ya agirbestê dibînin. Ev yek nîşan dide ku rêxistina HSDê dixwaze êrîşên li ser Sûrîyan û artêşa wan berdewam bike û hemû peymanên berê binpê bike.”