Şam-SANA
Desteya Operasyonan a Artêşa Sûrîyê ji ajansa SANAyê re ragihand: “Em bang li gelê xwe yê sivîl li parêzgehên Reqa, Dêrezor û rojhilatê Helebê dikin ku nekevin nav baregehên rêxistina HSDê yan tunelên wan.”
Desteyê her wiha got: “Rêxistina HSDê û terorîstên PKKê derî, korîdor û tunel mîn kirine û teqemenî di teşeya kevir û kerpîçên avahîyan de bi cih kirine. Her wisa wan alavên malê û otomobîl li piranîya baregehên xwe yên berê, li malên ku tê de diman û li nêzî rêyên giştî mîn kirine.”
Desteyê da zanîn ku mînkirina rêxistina HSDê gihîştiye mizgeftan jî, û heta gelek kopîyên Qurana Pîroz jî hatine dîtin ku hatine mînkirin û di cihên neguncaw de hatine danîn.
Desteyê destnîşan kir ku ji ber van mîn û teqemenîyan, hejmarek sivîl û leşker şehîd ketine.
Di dawîyê de Desteya Operasyonan got: “Em bang li gelê xwe yê sivîl dikin ku heke rastî her tiştekî gumanbar an alavên ku ne li cihê xwe ne hatin, demildest me agahdar bikin û bi yekîneyên leşkerî û ewlehîyê yên li herêmê re bikevin têkilîyê.”