Şam-SANA
Parêzgerîya Şamê ragihand ku hejmareke cihên giştî ji bo pêşxistin û nûjenkirinê li gorî pergala veberhênanê ya (B.O.T) ji bo dema 40 salî hatine pêşkêşkirin; bi armanca baştirkirina asta jîyana welatîyan û peydakirina deverên giştî yên ewle û bêpere.
Ev proje her du parkên “El-Medfe’” û “El-Beramke” li xwe digirin, bi rêya nûjenkirina wan û çêkirina çar qatên jêrzemînî yên xizmetguzarî û bazirganî li bin her yek ji wan, tevî parastina rûberên kesk. Her wiha projeya “Meqsema 50” jî tê de ye ku armanca wê avakirina garajên modern û oteleke pênc stêrkî ye.
Parêzgerîyê mercên peymanê û dema vekirina serlêdanê di Adara 2026an de dîyar kirin, û bang dan kesên ku bixwazin ku defterên mercan ji Rêveberîya Karûbarên Milkan werbigirin. Ev proje di çarçoveya planên piştgirîya binesazîyê û rêxweşkirina li pêş hatina veberhênanan daku geşepêdaneke domdar ji bo bajêr pêk were.