Şam-SANA
Wezîrê Perwerde û Hînkkirinê Dr. Mihemed Ebdulrehman Tirko, tekez kir ku wezaretê hejmarek gavên pratîk û lezgîn ji bo çareserkirina rewşa perwerdeyê li parêzgehên Reqa, Hesekê û Dêrezorê avêtine; bi mebesta destpêkirina proseya perwerdeyê di zûtirîn dem de û dabînkirina aramiya wê.
Wezîr diyar kir ku komîteyeke navendî ya pispor di bin çavdêriya wî ya rasterast de hatîye avakirin, ku alîkarên wezîr û hejmarek rêveberên peywendîdar di nav de ne. Vê komîteyê yekser dest bi erkên xwe kiriye ji bo nirxandina rewşa avahiyên dibistanan, dabînkirina daxwazên ewlehî û parastinê, destnîşankirina hewcedariyên kadroyên fêrkirin û rêvebirinê, peydakirina pirtûk û amûrên perwerdeyê, tevî diyarkirina pêşîneyên amadekirin, çaksazkirin û pêdawîstîyên perwerdeyê.
Her wiha wezîr amaje kir ku wî ferman daye komîteyê daku li ser erdê bixebite û raporên dembidem yên ku pêşniyarên pratîkî ji bo vegerandina perwerdeyê bo rêgeha wê ya asayî di demeke herî kurt de pêşkêş bike, ligel tekezkirina li ser girîngiya hevahengiya tam bi parêzgar û aliyên peywendîdar re.
Di heman çarçoveyê de, karên çaksazkirin û amadekirina deh dibistanan li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê li Helebê dest pê kirin, di çarçoveya hewlên ji bo amadekirina dibistanên ziyan gihaye wan.