Şam-SANA
Desteya Niştimanî ya Windabûyan bang li hemwelatîyên li parêzgehên Reqa, Hesekê û Dêrezorê kir ku nêzîkî ti cihên ku guman heye termên nenas an gorên bikom lê hebin nebin, dest li wan nedin û destwerdanê di wan de nekin, ji ber ku ev yek ji bo belgeyên tawankarî û rûmeta qurbanîyan metirsîdar e.
Desteyê di daxuyanîyekê de ku îro Sêşemê li ser kanala xwe ya Telegramê belav kir, tekez kir ku her destwerdaneke bêyî destûr li van cihên behskirî, kiryarên wê li gorî qanûn û rêzikên heyî, rûbirûyî lêpirsîna qanûnî dike.
Desteyê amaje bi wê yekê jî kir ku di dema gumanbarî yan hebûna zanyarîyan li ser cihên gorên bikom, ji kerema xwe nêzîkî cihên navborî nebin û tavilê bi rêya jimara wê ya fermî agahdar bikin: 00963934009384
Ev hişyarîya Desteyê di çarçoveya hewldanên niştimanî de tê ku armanca wan belgekirina dozên windabûyan, eşkerekirina çarenivîsa wan û pêkanîna lêkolînên pêwîst li gorî pîvanên qanûnî û mirovî ye.