Dêrazor-SANA
Rêveberê Cîbicîkar yê Kompanyaya Sûrîyê ya Petrolê Yûsif Qeblawî, tekez kir ku planeke berfireh heye ji bo çaksazkirina zevîyên petrol û gazê yên ku Artêşa Sûrîyê li herêma Cizîrê kontrol kirine. Û diyar kir ku ev zevî wê bi piştbestina bi şarezayên neteweyî û bi hevkarîya kompanyayên navxweyî û biyanî werin veberhênan, bi awayê ku piştgirîya qonaxa avakirina welat were kirin.
Qeblawî di konfereşaneke rojnamevanîyê de li zevîya “El-Umer” li Dêrazorê, zelal kir ku ev zevî yek ji girîngtirîn zevîyên petrolê li Sûrîyê ye, û niha kar tê kirin ji bo lihevkirinekê ligel kompanyaya “Shell” da ku xwedîtîya wê bi temamî vegere bo dewleta Sûrîyê.
Her weha got ku berhemhênana zevîyê ji ber bikaranîna bêserûber ji 50 hezar bermîlî daketîye 5 hezar bermîlên rojane. Her wiha bal kişand ser planekê ji bo bilindkirina berhemhênanê ber bi 40-50 hezar bermîlî ve li gorî pîvanên cîhanî.
Qeblawî piştrast kir ku dest bi wergirtina hejmareke zevîyan hatîye kirin û hin kompanyayên Amerîkî xwestine veberhênanê li wan zevîyan bikin, bi mebesta bilindkirina hêdî-hêdî ya berhemhênanê heta gihîştina qonaxa hinardekirinê.

