Şam-SANA
Wezîrê Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê Mihemed Enceranî got: “Di demeke nêzîk de parêzgarên Hesekê û Reqayê dê di civîna parêzgaran de tevlî me bibin, da ku em rewşa xizmetguzarîyê li seranserî axa Sûrîyê gotûbêj bikin û erk û berpirsiyarîyan bi wan re parve bikin.”
Enceranî gotina xwe wisa qedand: “Xizmetkirina gelê me li hemû parêzgehan mafekî cihgirtî û pabendîyeke jêneger e, û em ê kar bikin ji bo çespandina vê yekê li her dera ku welatîyên Sûrîyê lê bin.”