Reqa – SANA
Rêxistina HSDê îro Yekşemê Pira Kevn û Pira Nû “El-Reşîd” li ser çemê Firatê li bajarê Reqayê teqandin.
Li gorî Rêveberîya Ragihandina Reqayî, rêxistina HSDê her wiha borîyên sereke yên avê yên ku avê didin bajarê Reqayê û li ser dirêjîya Pira Kevn hatine danîn teqandin, ku ev yek bû sedema qutbûna avê ji ser bajêr bi temamî.
Desteya Operasyonan a Artêşa Sûrîyê şeva borî ragihandibû ku artêşê dest danîye ser bajarê stratejîk ê Tebqayê li gundewarê Reqayê, piştî ku milîsên PKKê yên terorîst ji wir derxistin.