Heleb-SANA
Rêveberîya Ragihandin û Peywendîyan a Wezareta Parastinê cudabûna 6 endamên rêxistina HSDê li enîya Dêr Hafirê li rojhilatê Helebê ragihand. Ev yek piştî ku Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrîyê daxuyanîyek belav kir û tê de bang li endamên HSDê kir ku veqetin û rêxistinê biterikînin pêk hat. Yekser ji alîyê leşkerên artêşê ve ewlehî ji kesên cudabûyî re hat peydakirin.
Di heman çarçoveyê de, Rêveberîya Ragihandin û Peywendîyan a wezaretê tekez kir ku endamên Ewlehîya Leşkerî karîbûn endamekî îstîxbarata rêxistina HSDê bigirin, dema ku wî hewl dida tevî sivîlan ji herêma Dêr Hafirê derkeve bi armanca pêkanîna operasyonên terorîstî.
Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrîyê îro di demeke zûtir de bang li kesên Sûrî, Kurd û Ereb ên di nav rêxistina HSDê de kiribû ku veqetin, rêxistinê biterikînin û vegerin hembêza dewleta xwe, ew jî bi rêya çûna ber bi xala herî nêz a Artêşa Erebî ya Sûrîyê ve.
Paşê, Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrîyê vekirina korîdoreke mirovî ber bi bajarê Helebê ve di gundê Himêmeyê re ragihand, ji saet nehê sibehê heta pêncê êvarê roja Pêncşema borî, berî ku îro Înê jî di heman demê de xebata wê were dirêjkirin. Ev yek ji ber ku komên milîsên PKKê yên terorîst ên hevpeymanên rêxistina HSDê rê li ber derbasbûna sivîlan di korîdora mirovî ya ragihandî de girtin.