Heleb-SANA
Rêveberîya Tenduristîya Helebê duh Pêncşemê hejmarek ambûlans û klînîkên bijîşkî yên gerok li korîdora mirovî ya gundê Himêmeyê li gundewarê rojhilatê Helebê bi cih kirin, ji bo pêşkêşkirina lênihêrîna tenduristîyê û hawarçûna lezgîn ji bo wan şênîyên ku dixwazin ji herêmên Dêr Hafir û Meskeneyê li rojhilatê Helebê derkevin.
El-Mihemed dîyar kir ku ambûlans û klînîkên gerok bi hevahengîya ligel xalên bijîşkî yên ku berê ji alîyê rêveberîyê ve hatibûn dîyarkirin hatine arastekirin, ku ev yek nexweşxane, navendên tenduristîyê û tîmên bijîşkî yên di navendên hewandinê de li xwe digire.
Navborî her wisa tekez kir ku ew bi temamî amade ne ji bo pêşwazîkirina şênîyan û pêşkêşkirina lênihêrînê ji bo wan, û amaje pê kir ku heta niha rêxistina HSDê bi awayekî pratîkî rê nedaye ku sivîl di korîdorê re derkevin.
Her wiha Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrîyê ragihand ku korîdoreke mirovî bi rêya gundê Himêmeyê li ser rêya sereke ya M15ê ku bajarê Dêr Hafir û bajarê Helebê bi hev ve girê dide, hatiye vekirin û dê îro ji saet nehê sibehê heta pêncê êvarê vekirî be.
Lê rêxistina HSDê rê li ber derketina sivîlan ji hundirê bajarê Dêr Hafirê li rojhilatê Helebê digire û nahêle ew di korîdora mirovî ku ji alîyê Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrîyê hatibû ragihandin re derbas bibin.


