Şam-SANA
Îro li hotêla El-Şam a Şamê, çalakîyên konferansa pêşkêşkirina encamên vekolîna (anketa) ewlehîya xurekê ya malbatan li Sûrîyê “Qonaxa Nehem – 2025” dest pê kir. Ev vekolîn ji alîyê Desteya Plandanîn û Amarê ve bi hevkarîya Bernameya Xurekê ya Cîhanî (WFP) hatiye encamdan.
Konferans bi amadebûna Alîkarê Sekreterê Giştî yê Serokatîya Komarê ji bo karên Encumena Wezîran Elî Kide, ligel hejmarek wezîr û nûnerên rêxistinên navneteweyî bi rê ve çû.


