Quneytira-SANA
Şandeyeke Neteweyên Yekbûyî (NY) bi amadebûna Nûnerê Herdemî yê Sûrîyê li NY Îbrahîm Ulebî, serdana parêzgeha Quneytirayê kir. Armanca serdanê gotubêjkirina derbasbûnên Îsraîlê bo nava xaka Sûrîyê, binpêkirinên li dijî sivîlan û şopandina rewşa mirovî ya li herêmê bû.
Şandeyê hevdîtin bi berpirsên herêmî û hejmarek ji şênîyên ku zîyan gihaye wan re pêk anîn. Şênîyan êş û azarên xwe yên ji ber serdegirtinên Israîlê yên berdewam, wêrankirina zevîyên çandinîyê, birîna daran û her wiha girtina 45 welatîyên parêzgehê anîn ziman, û bal kişandin ser bandorên neyînî yên van kiryaran li ser ewlehîya wan û çavkanîyên debara jîyana wan.

Şandeya ku bi serokatîya Cîgirê Sekreterê Giştî yê Karûbarên Operasyonên Aştîyê Jean-Pierre Lacroix bû, tekez kir ku ew ê gilî û daxwazan bigihînin Neteweyên Yekbûyî û di rêyên fermî re bişopînin.
Ev serdan hevdem bû ligel daxuyanîya “UNDOF”ê ya tê de ragihandiye ku wan dest bi dewrîyeyên xwe yên şevê û danîna xalên kontrolê li gundewarê bakurê Quneytirayê kiriye. Di dema ku Sûrîye daxwaza xwe ya ji bo bidawîkirina dagirkerîyê û vegera li peymana “Veqetandina Hêzan” a sala 1974an nû dike.



