Siwêda-SANA
Milîsên Parastina Neteweyî îro li Siwêdayê, rojnamevan Murhef El-Şair revandin piştî ku gule berdanê û ji her du lingên xwe birîndar bû.
Quteybe Ezam yê Têkilîyên Ragihandinê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê got: “Em wekî Rêveberîya Ragihandinê ya Siwêdayê vê binpêkirina li dijî kurên Siwêdayê şermezar dikin, û em milîsên Parastina Neteweyî bi temamî berpirsyarê çarenivîsa rojnamevan El-Şair dibînin û daxwaza berdana wî ya bilez dikin”.
Her weha jêderên herêmî da xuyakirin ku rojnamevan Murhef El-Şair bi helwestên xwe yên neteweyî tê naskirin, û berê jî ji ber nêrînên xwe yên sîyasî rûbirûyî gefan bûbû.