Heleb-SANA
Berevanîya Sivîl a Sûrîyê ragihand: “Wekî bersivekê li ser rewşa mirovî ya dijwar li bajarê Helebê û topbarana ku çend tax ji alîyê rêxistina HSDê ve rastî tên, me 850 sivîl ku piranîya wan ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê ne, heta saet 12:30ê nîvroya îro derxistin.”
Berevanîya Sivîl a Sûrîyê dîyar kir ku proseya derxistinê bi rêya du xalên kombûnê li devera El-Ewaridê û kolana El-Zihûrê hat encamdan, hevdem ligel zêdebûna derketina sivîlan ji taxên nêzîk ku rastî topbarana rêxistina HSDê hatibûn.




