Şam-SANA
Parêzgarê Idlibê, Mihemed Ebdulrehman, rewşa koçberên li kampên bakurê parêzgehê şopand, da ku bandora bahoza berfê ya dijwar ji nêz ve bibîne. Hemdem ligel vê gerê, bi fermana wî û bi piştgirîya “Sindoqa Wefadarîya bi Idlibê re”, kampanya belavkirina 1000 ton sotemenî (dar û mazot) dest pê kir. Ev kampanya 10 hezar malbatî dike armanc û tekezîyê li ser berdewamîya dabînkirina sotemenîyê hat kirin, da ku alîkarî bigihêje hemû deverên zîyan gihaye wan, mîna Dana, Kefer Lûsîn û gundewarê Cisir.
Ebdulrehman destnîşan kir ku xebat berdewam e ji bo vê krîzê yekcarî çareser bikin, bi rêya avakirina gundewaran da ku şênî bikaribin vegerin gund û bajarên xwe, bi taybetî piştî kêmkirina piştgirîyê ji hêla hin rêxistinên navdewletî ve.
Ji alîyê xwe ve, Rêveberîya Karûbarên Civakî û Kar, piştrast kir ku piştgirîya pêwîst ji bo rûbirûbûna pêla qeşayê heye. Rêveberê Cîbicîkar ê Kampanyaya Wefadarîyê jî bang li dewlemendan kir ku beşdarîyê di vê destpêşxerîya mirovî de bikin.




