Tertûs, Laziqîye – SANA
Rêveberîyên Ewlekarîya Hundirîn li Laziqîye û herêmên Ceble û Qirdahayê, her wiha li Tertûs û gundewarên wê, bi hevkarîya Şaxê Têkbirina Terorê, hejmarek operasyonên ewlekarîyê pêk anîn, di encamê de hejmarek kesên ku destê wan di tawanên şer û kiryarên fitneyê de hebû, û aramîya gel li her du parêzgehan xistibûn metirsîyê, hatin girtin.
Wezareta Hundirîn eşkere kir ku ev operasyon piştî bangên handana fitneyê yên ji derveyî welêt bi armancên mezhebî, hatin encamdan; ew bangên ku bûn sedema alozîyê û ketina kuştî û birîndaran û êrîşên li ser milkên giştî û taybet. Wezaretê tekez kir ku operasyonên peyketinê Li dijî kesên tawanbar berdewam in.
Wezaretê her wiha dîyar kir ku dewletê di qonaxa borî de kar kiriye ji bo kontrolkirina bandora bûyerên berê, vegerandina kesên tawan pêk nanîne bo nav civakê û çaksazkirina tevna civakî; lê belê hin alîyan xwestin vê qonaxê ji bo têkdana ewlehîyê bi kar bînin.
Wezareta Hundirîn tekezî li ser berdewamîya parastina aramîya gel kir û ji xelkê Tertûs û Lazqîyê xwest ku hişyar bin, fitneyê red bikin û yekîtîya civakê biparêzin.