Şam-SANA
Parêzgarê Tertûsê Ehmed El-Şamî tekez kir ku tiştê îro li parêzgehê qewimî, beşek e ji hewldanên bermayîyên rejîma revîyayî (fulûl) ji bo sûdwergirtina ji her bûyerekê bi armanca çêkirina alozî û tevlîhevîyê. El-Şamî bal kişand ser wê yekê ku hinek alîyên derve hewl didin herêma peravê bi reşahî û bêewlehîyê nîşan bidin bi rêya bangên ji bo xwenîşandan û mêtîngan.
El-Şamî di peywendîyeke telefonî de bi kanala “El-Exbarîyet El-Sûrîye” re îro dîyar kir ku kesê bi navê Xezal Xezal teqîna ku mizgefteke li Himsê kiribû armanc, ji bo banga xwenîşandanan bi kar anîye, ku ev banga wî ne di berjewendîya qurbanîyan û ne jî ya bêgunehan de ye.
El-Şamî di dawîyê de bang li rûniştvanên parêzgehê kir ku bi hişyarî û aqilmendî tev bigerin, û nekevin bin bandora bangên gumanbar ên ku hinek kesên li derveyî welêt dijîn belav dikin, bi armanca tevlihevkirina rewşê û kişandina Tertûsê ber bi rewşeke bêaram.
Ji dema hilweşîna rejîma têkçûyî ve, hinek komên bermayîyên wê derketine ku veguhertina sîyasî û sazûmanî ya heyî red dikin. Van koman berê xwe daye navtêdan û banga xwenîşandanan di bin sloganên perçekirin û xerabkirina mal û milkên giştî de.