Tertûs-SANA
Hêzên Ewlekarîya Hundirîn li bajarê Banyasê yê li gundewarê Tertûsê, kesê bi navê Zekerîya Heyder El-Şebqî di dema kontrolkirina xaleke kontrolê ya gerok de girtin. Piştî lêgerînê, hat dîtin ku bombeyên destan û guftûgoyên handanê yên li dijî endamên ewlekarîyê pê re hene, ku ev yek wekî gefeke rasterast li ser ewlehî û aramîyê hat nirxandin.
Parêzgeha Tertûsê li ser hesabê xwe yê Telegramê dîyar kir ku alîyên peywendîdar ew kes yekser desteser kirine û tedbîrên qanûnî yên pêwîst li dijî wî girtine. Ev çalakî di çarçoveya hewldanên berdewam ên Wezareta Navxwe de tê ji bo rûbirûbûna metirsîyên ewlekarîyê û ragirtina karên têkder.
Hêjayî gotinê ye ku Hêzên Ewlekarîya Hundirîn li parêzgeha Tertûsê meha borî jî endamên komeke derqanûnî girtibûn ku xwe li herêmên çîyayî vedişartin û di wê operasyonê de gelek çek û cebilxane hatibûn desteserkirin.