Hims-SANA
Îro di encama teqîneke terorîstî de li Mizgefta Îmam Elî kurê Ebî Talib li taxa Wadî el-Zehebê li Himsê çend kes hatin kuştin û hinekên din jî birîndar bûn.
Rêveberê Rêveberîya Veguhastin, Hawarçûn û Rewşên Awarte li Wezareta Tenduristîya Sûrîyê Dr. Necîb El-Nesan ji SANAyê re ragihand: Di amareke destpêkê de 8 kes hatine kuştin û 18 kes jî birîndar bûne.
Çavkanîyeke ewlehîyê ragihand ku li gorî lêkolînên destpêkê, teqîn ji ber bombeyên vedayî yên di hundirê mizgeftê de hatine bicihkirin pêk hatiye.
Yekîneyên Ewlehîya Hundirîn tavilê gihîştin cihê bûyerê û kembereke ewlehîyê li dora mizgeftê pêçan. Alîyên pispor dest bi lêkolînê û komkirina belgeyan kirin da ku kiryarên vê tawana qirêj bên girtin.
Tîmên Parastina Sivîl jî ji bo rizgarkirina birîndaran û derxistina cenazeyan bi lez gihîştin cihê bûyerê û dest bi rakirina bermahîyên teqînê kirin.





