Şam-SANA
Yekîneyên Ewlekarîya Hundirîn bi hevkarîya Dezgeha Hewalgirîya Giştî û bi hemahengî ligel hêzên Hevpeymanîya Navdewletî, operasyoneke ewlekarîyê ya taybet li bajarokê Hetîtet El-Turkman a li devera El-Melîheyê li gundewarê Şamê pêk anî.
Wezareta Hundirîn ragihand ku di encama operasyonê de serkêşê şaneyeke terorîst a ser bi rêxistina DAIŞê ve hat girtin, û dest bi ser hejmarek çek û cebilxaneyan de hat girtin, ligel hin belgeyên ku tevlêbûna wî di çalakîyên terorîstî de îspat dikin ku armanca wan têkdana ewlehî û aramîyê bû.

Her weha Wezaretê dîyar kir ku desteserkirina tiştên hatine girtin li gorî rêbazên yasayî hat kirin, û kesê girtî bo Rêveberîya Têkoşîna Dijî Terorê hat veguhestin da ku radestî alîyê peywendîdar were kirin.
Ev yek jî di çarçoveya rêzeoperasyonên ewlekarîyê yên berê de tê, ku di encama wan de serkêşê rêxistina terorîst li Şamê “Walîyê Şamê” hatibû girtin û yek ji serkirdeyên wê yên berçav “Walîyê Hewranê” hatibû kuştin.

