Şam-SANA
Yekîneyên Ewlekarîya Hundirîn li parêzgeha Gundewarê Şamê, bi hevkarîya Dezgeha Istxbarata Giştî û hêzên Hevpeymanîya Navdewletî, operasyoneke ewlekarîyê li dijî cihekî rêxistina DAIŞa terorîst li bajarê Muezemîyê pêk anîn, di encama operasyonê de serkêşê rêxistinê li Şamê ligel hejmarek alîkarên wî hatin girtin.

Fermandarê Ewlekarîya Hundirîn li parêzgeha Gundewarê Şamê, Emîd Ehmed El-Dalatî, di daxuyanîyekê de anî ziman ku di encama operasyoneke taybet de, serkêşê rêxistina terorîst li Şamê (Walîyê Şamê, li gor posta wî di rêxistinê de) yê bi navê Taha El-Zuʼbî ku bi nasnavê “Ebû Omer Tibîye” tê naskirin, ligel hejmarek alîkarên wî hatin girtin.




