Quneytira-SANA
Hêzên Dagîrkerîya Îsraîlî îro derbasî çend deverên gundewarê başûrê Quneytirayê bûn.
Nûçegihanê SANAyê ragihand ku hêzeke dagîrkerîyê ya ji heft wesayîtên leşkerî pêk dihat, derbasî gundê Seyda El-Hanût bû, hêz di rêya gundê Miqrezê re derbas bû û gihîşt bendava Miqrezê, berî ku ji heman rêyê ber bi girê Ebû Gîsar ve vegere.

Her weha hêzeke din a ku ji sê wesayîtên “Hummer” û otomobîleke taksî pêk dihat, ji Tel El-Ehmerê di rêya gundê Kodnayê re derbasî devera “Seken El-Şebabî”, ku ev dever ji komelgehek avahîyên niştecîhbûnê yên valakirî pêk tê ku li başûrê rojhilatê gundê Birîqayê ye, hêzê avahî kontrol kirin û piştre tevgera xwe ber bi rojhilat ve ber bi devera Resim Send û ji wir jî ber bi girê Ebû Qubêsê yê nêzîkî gundê Eyn Ziwanê ve berdewam kir.
Îsraîl bi êrîşên li ser başûrê Sûrîyê û li ser welatîyan, sîyaseta dijminayetî û binpêkirinên Peymana Veqetandinê ya sala 1974an, didomîne.
Sûrîyê berdewam daxwaza vekişîna dagîrkerîya Îsraîlî ji axa Sûrîyê dike, û tekez dike ku hemû tedbîrên ku wê li başûrê Sûrîyê girtine, bê qîmet in û li gorî yasaya navnetewî tu bandoreke yasayî çênakin, û bang li civaka navnetewî dike ku berpirsyarîyên xwe bigire û rê li ber kiryarên dagîrkerîyê bigire û wê neçar bike ku bi tevahî ji başûrê Sûrîyê vekişe û vegere Peymana Veqetandinê ya sala 1974an.