Hesekê-SANA
Herêmên di navbera bajarên Qamişlo û Dêrikê de li bakurrojhilatê parêzgeha Hesekê, bi xwedîkirina kerîyên gamêşan navdar in, ku li qeraxên çemê Ceqceqê û avzêyan belav dibin.
Parêzgeha Hesekê li ser asta Sûrîyê, di xwedîkirina gamêşan de ya yekemîn tê hesibandin, ku li gorî serjimarîya Rêveberîya Çandinîyê ya Hesekê di sala 2023an de, hejmara wan gihîştiye nêzî 5000 serîyan. Xwedîkirina gamêşan çavkanîya debara jîyanê ya bi dehan malbatan e.

Xwedîkerê Gamêşan Mihemed El-Siûd (50 salî) dide zanîn ku xwedîkirina gamêşan ji xwedîkirina çêlekan cuda ye; gamêş hewcedarî çavkanîyeke daîmî ya avê ye da ku tê de melevanîyê bike, nemaze di mehên havînê yên germ de, tevî qadên kesk ên berfireh ji bo çêrandinê.
Navborî balê dikişîne ser vê yekê ku ziwahî û hişkesalî bandor li kêmkirina qadên kesk ên ku kerî lê diçêrîyan kiriye, lewma xwedîker neçar mane xwe bispêrin kirîna êmê amade ji bazaran bi bihayên giran, di bin sîya paşguhxistina bi qestî ji hêla rejîma şikestî û sazîyên wê ve.