Heleb – SANA
Hejmarek leşker û sivîl, di nav de jinek, zarokek û endamên Berevanîya Sivîl hene, birîndar bûn, piştî ku çekdarên “HSD”ê ji nişka ve bi çekên giran û bombeyan êrîş birin ser xalên artêşê, Hêzên Ewlekarîya Hundirîn û taxên derdora Şêx Meqsûd û Eşrefîyê li bakurê Helebê.
Wezareta Berevanîyê û ya Hundirîn dîyar kirin ku êrîş piştî vekişîna ji nişka ve ya HSDê ji xalên hevbeş û xedra wan bi hêzên li wê derê re pêk hatin, û îdîayên HSDê yên derbarê êrîşa artêşê li ser xalên hevbeş red kirin.
Ji ber topbaranê rêya Heleb-Gazîeyntepê hat girtin û bi dehan malbat koçî herêmên ewletir bûn, wek Şariʼ El-Nîl.
Parêzgarê Helebê jî amadebûna herî bilind ragihand û tekez kir ku dewlet sistîyê di parastina welatîyan de nake, her wiha bang li xelkê kir ku pabendîyê bi rênimayên ewlehîyê bikin û ji bo saxlemîya xwe ji cihên pevçûnan dûr bikevin.