Laziqîye-SANA
Piştî şopandin û çavdêrîkirina tevgerên wî, Fermandarîya Asayîşa Hundirîn li parêzgeha Laziqîyê, kesê bi navê Enwer Nasir Hindî girt. Girtina navborî piştî wê yekê hat ku tevlîbûna wî di sûcên şer ên li dijî şênîyên deverên şoreşger û beşdarîya wî di şerên gundewarê Îdlib û Hemayê di nav refên rejîma têkçûyî de, hat piştrastkirin.
Wezaretê destnîşan kir ku kesê girtî ji bo temamkirina lêpirsînê û wergirtina rêkarên yasayî yên pêwîst derheqê wî de, radestî alîyên dadwerî yên peywendîdar hatiye kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Fermandarîya Asayîşa Hundirîn a Laziqîyê 9ê vê mehê ragihandibû ku wan yek ji tawankarên mezin ên şer di artêşa rejîma şikestî de, Emîdê Firokevan Fayiq Eyûb Meyase ku endamê Komîteya Leşkerî bû, girtiye.