Hesekê – SANA
Baranên zêde yên ku li parêzgeha Hesekê di rojên borî de barîyan, bûn sedem ku Çemê Xabûrê dîsa biherike, ji ber ku lehî çêbûn û di gelîyan re herikîn û ber bi besta çemê xabûrê de çûn.
Rêveberê Çavkanîyên Avê, Ebdulezîz Emîn, dîyar kir ku herikîna avê gihiştiye 35 metre kup di her çirkekê de li bajarokê Til Temirê, û 15 metre kup di çirkekê de li navenda bajarê Hesekê, ji ber lehîyên ku ji Çîyayê Ebdulezîzê diherikin.
Dîyar jî kir ku herikîna avê di çemê Xabûrê de dibe sedema kombûna avê di her du bendavên Hesekê de, ya bakur û ya başûr, her weha cotkar jî dê pê çandinîyên xwe av bidin.
