Hema – SANA
Wek beşek ji çalakîyên pîrozkirina Cejna Rizgarîyê, îro Fakulteyên Endezyarîya Çandinî û Avahîsazîyê yên bi ser Zanîngeha Hemayê ve li bajarê Selemîyê, rêûresmên derçûnê ji bo 100 xwendekarên ku navê “Koma Serkeftinê” li xwe kirine, li dar xistin.
Serokê Zanîngeha Hemayê, Dr. Ebdulkerîm Qelb El-Loz, pîrozbahî li xwendekarên derçûyî û malbatên wan kir, û hêvî kir ku ew bibin baştirîn balyozên Zanîngeha Hemayê di warê avakirina welêt û xizmetkirina wî de. Her weha ji bo ked û pisporîya zanîstî ya ku ji xwendekaran re pêşkêş kirine, spasîya mamosteyan jî kir.