Dêrazor-SANA
Wezîrê Enerjîyê Mihemed El-Beşîr îro kevirê bingehîn ê stasyona hilberîna kehrebê bi gazê ya Dêrazorê li zevîya El-Teym bi şîyana hilberînê ya heta 1000 megawattî danî. Ev yek bi amadebûna Rêveberê Giştî yê şirketa cîhanî UCC HOLDING Merwan El-Dîmas û Parêzgarê Dêrazorê Xesan Seyid Ehmed pêk hat.
Ev pêngav di çarçoveya cîbicîkirina peymana îmzekirî ya di navbera Wezareta Enerjîyê û şirketa UCC HOLDING de tê, ji bo avakirina çar stasyonên hilberînê li seranserê cografyaya Sûrîyê bi şîyana giştî ya 5000 megawattî.

“Wezîrê Enerjîyê ragihand ku zincîreyek ji projeyên mezin dane destpêkirin, ku çar stasyonên hilberîna bigazê û komek ji projeyên enerjîya nûjen li xwe digirin, û ev yek wekî stûna yekem a vejîna enerjîyê li Sûrîyê tê dîtin.”
Wî got jî: “Em îro li Dêrazorê û di bin çavdêrîya Serok Ehmed El-Şeri’ de, kevirê bingehîn ê yek ji wan, belkû ya herî girîng, stasyona hilberîna bigazê ya Dêrazorê bi şîyana 1000 megawattî datînin. Ew ê ne tenê stasyoneke hilberînê be, lê dê bibe stasyona vejînê, stasyona geşepêdanê û stasyona belavkirina ronahîyê li Sûrîyê”.
“Wezîr amaje bi wê yekê kir ku sektora enerjîyê dest bi başbûnê kiriye bi rêya destpêkirina projeyên mezin ku bingeheke aborî ji bo paşerojê pêk tînin, û tekez kir ku zarokên welêt şîyana xwe ya avakirinê wekî ya rizgarkirinê îsbat kirin.”
“Wî bal kişand ser wê yekê ku stasyon dê bibe yek ji mezintirîn projeyên jîyanî li Herêma Rojhilat, ji ber ku dê beşdarîyê di xurtkirina aramîya tora elektrîkê û dabînkirina pêdivîyên deverên niştecihbûnê, pîşesazî û çandinîyê, û piştgirîya veberhênan û hilberîna xwecihî de bike.”
Her wiha dîyar kir ku danîna kevirê bingehîn ji bo yekemîn stasyona gazê piştî rizgarkirinê li Herêma Rojhilat, destkeftîyeke mezin e di warê avakirin, geşepêdan û jinûveavakirinê de, û bila ev stasyona hilberînê bibe kilîta serdemeke ronahî, kar, avakirin û rûmetê.
“Ji alîyê xwe ve, Rêveberê Giştî yê şirketa UCC HOLDINGê dîyar kir ku proje yekemîn stasyona bernameya yekgirtî ya bi şîyana 5000 megawattî temsîl dike, ya ku bi hevkarîya şirketên Cengiz û Kalyon ên Tirkî û Power International a Amerîkî hatiye îmzekirin.”

“El-Dîmas amaje bi wê yekê kir ku dê di rojên bê de kevirê bingehîn ji bo stasyonên mayî were danîn, da ku projeya yekgirtî bi hezaran derfetên kar peyda bike û kapasîteyê bilind bike, di maweya 36 mehan de.”
“Tê zanîn ku Wezaretê meha borî peymanên dawî yên ji bo avakirina 8 stasyonan bi şîyana 5000 megawattî îmze kiribûn, ligel hevpeymanîya navneteweyî ya ku ‘Urbacon’ serkêşîya wê dike û bi beşdarîya şirketên ‘Kalyon’, ‘Cengiz’ û ‘Power International’, di çarçoveya plana niştimanî ya ji bo dabînkirina enerjîyê û piştgirîya geşepêdanê.”

