Heleb-SANA
Fermandarê Asayîşa Navxweyî yê parêzgeha Helebê, Eqîd Mihemed Ebdulxenî, ragihand ku Samî Obrî, serkirdeyê mîlîsên Berevanîya Niştimanî li Helebê, hatiye girtin. Obrî bi encamdana tawanên cengê û binpêkirinên li dijî xelkê sivîl, tê tometbarkirin.
Lêkolînan eşkere kir ku Obrî di çewisandina xwepêşandanên aştîyane yên destpêka Şoreşa Sûrîyê de beşdar bûye, her wiha wî di sala 2012an de mîlîsya damezrandiye û heta 2017an fermandarî kiriye.
Ebdulxenî anî ziman ku ji binpêkirinên Obrî: “Danîna bendên kontrolê, girtina sivîlan û radestkirina wan ji dezgehên ewlehîyê yên rejîmê re, ligel raporên belgekirî derbarê tevlîbûna wî di talankirina mal û milkên koçberan de li bajarê Helebê di sala 2016an de.
Eqîd Ebdulxenî da zanîn ku Obrî piştî rizgarkirina bajarê Helebê revîbû Libnanê, û dema ku bi qaçaxî derbasî welat bû yekser hat girtin, û amaje bi wê yekê kir ku ew radestî dadgeha pêwendîdar hatiye kirin.
Hewlên şopandina berpirsên tawan û binpêkirinên ku di salên Şoreşa Sûrîyê de li dijî sivîlan hatine kirin berdewam in. Ev yek di çarçoveya rêyeke ku armanc dike dadwerîya veguhêz pêk bîne, tê.