Îdlib – SANA
Li gundê Xasanîyê yê Cisir El-Şuxura Îdlibê, piştî 13 salan ji koçberîyê, yekemîn kombûna pîroz a xwedayî (qudas) hat lidarxistin. Ev kombûn li Dêra Latîn bi beşdarîya mezhebên cuda yên Xiristîyan, wekî gaveke sembolîk ji bo vegerandina jîyanê li gund û zindîkirina çalakîyên wê yên civakî û olî pêk hat.
Berpirsê civata gund Xokaz Mesrob ji SANAyê re dîyar kir ku pîrozkirina vê merasîmê nirxên jîyana hevbeş, hezkirin û hevkarîya di navbera hemû zarokên bajarok de nîşan dide. Baba Xokaz tekez kir ku Sûrîye bi gel, ax û serkirdayetîya xwe yek e û yekgirtî ye, û her cûre destwerdana derve yan hewldanên parçekirinê bi temamî tên redkirin.

Ji hêla xwe ve, muxtarê gund Ebdulah Mîxaîl bal kişand ser giringîya xurtkirina têkilîyan di navbera hemû rûniştvanên gund de û beşdarîya komî di jinûveavakirinê de. Mîxaîl piştrast kir ku ev boneyek e ji bo zindîkirina jîyana hevbeş û nirxên resen ên ku ji mêj ve şênîyên gund bi hev ve girê didin.
Hejmarek ji şênîyên gund, di nav wan de Corc Îbrahîm û Mîxaîl Qedeh, behsa giringîya hevdîtina komî ya şênîyan, xurtkirina nirxên hezkirin û hevkarîyê di navbera hemû mezheban de kirin. Her wiha bal kişandin ser parastina ewlehî, aramî û jîyana hevbeş û hevkarîya bi alîyên fermî re ji bo hêsankirina vegera koçberan û nûjenkirina xizmetguzarî, xanî û dêrên ku li gund zîyan dîtine.

Beşdaran amaje bi giringîya parastina yekîtîya niştimanî û redkirina her şêweyekî tundrewîya sîyasî yan olî kir. Her wiha tekez kirin ku erkê hemû welatîyan îro ew e ku parastina yekîtîya Sûrîye, sazî û axa wê bikin.
Tê zanîn ku gundê Xesanîyê li herêma Cisir El-Şuxura Îdlibê rastî wêranîyeke berfireh hatibû ku xanî, dêr û binesazî li xwe digirtin, ev yek ji ber kiryarên rejîma têkçûyî bû. Şênîyên gund di 8ê vê mehê de, piştî 13 salan ji koçberîyê, dest bi vegera li ser malên xwe kir.