Şam -SANA
Fermandarîya Ewlekarîya Hundirîn ragihand ku wê li Parêzgeha Tertûsê, Elî Kasir Reslan, yê bi pileya Alîkarê Yekem li şaxê Ewlekarîya Dewletê ya Tertûsê, ji ber beşdarîya wî di tawanên cengê de ên li dijî sivîlan li deverê di dema rejîma hilweşîyayî de, girt.
Wezareta Hundirîn li ser kanala xwe ya Telegramê, dîyar kir ku li gor zanyarîyên ewlekarîyê yên hûrbîn ên Fermandarîya Ewlekarîya Hundirîn li Tertûsê, yekîneyên wê yên taybet Reslanê tawankar girt.
Daxuyanîyê dîyar kir ku lêpirsînên destpêkê beşdarîya wî ya rasterast di êrîşa 2013an a li ser bajarokê El-Beydayê li gundewarê Banyasê de eşkere kir, ji ber ku ew di gelek vîdyoyan de hatiye dîtin ku çawa xelkê digire û îşkence dike, ev yek nîşana beşdarbûna wî ya rasterast 3 di wan binpêkirinan de.