Şam-SANA
Rêveberîya Ewlekarîya Hundirîn li Parêzgeha Hemayê, bi hevkarîya Şaxê Dijî-Terorê, operasyoneke ewlekarîyê ya hûrbîn pêk anî, di encamê de Eymen Ehmed Melaş, yê ku di dema rejîma berê de efserê bi pileya mulazim bû di nav hêzên Parêzvanên Komarî de û li gelek parêzgehan di binpêkirinên giran li dijî sivîlan de beşdar bibû, hate girtin.
Wezareta Hundirîn, bi rêya kanala xwe ya Telegramê, ji zarê serokê Ewlekarîya Hundirîn li Hemayê, Emîd Mulhem El-Şentût, veguhest ku operasyona girtinê piştî şopandin û vekolîneke hûrbîn ji vîdyoyan re pêk hat, ji ber ku di wan vîdyoyan de dîyar dibû ku di dema êrîşa li ser Dûmayê ya li gundewarê Şamê, gelek hevwelatî li ser destê endamên rejîma berê dihatin îşkencekirin, û di rêya wan vîdyoyan re Melaş hat naskirin û cihê ku lê ye hat dîtin, û ji alîyê yekîneyên ewlekarîyê ve hat girtin.
Emîd El-Şentût got ku piştî mikurhatina kesê girtî ku wî binpêkirin li dijî welatîyan pêk anîne, ji bo dadwerîya taybetmend hat şandin da li gor yasayê were dadgehkirin.