Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Komîteya Niştimanî Rêbaza Xwe ya Lêpirsîna Bûyerên Siwêdayê Zelal Dike
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên Parêzgehan > Siwêda > Komîteya Niştimanî Rêbaza Xwe ya Lêpirsîna Bûyerên Siwêdayê Zelal Dike

Komîteya Niştimanî Rêbaza Xwe ya Lêpirsîna Bûyerên Siwêdayê Zelal Dike

2 months ago
Komîteya Niştimanî Rêbaza Xwe ya Lêpirsîna Bûyerên Siwêdayê Zelal Dike

Şam-SANA

Serokê Komîteya Niştimanî ya Lêpirsîna Bûyerên Siwêydayê, Dadwer Hatim El-Ne’san, tekez kir ku komîte pabend e bi eşkerekirina rastîyê, dîyarkirina berpirsyarîyan û misogerkirina edaletê ji bo qurbanîyên bûyerên heyva Tîrmeha borî, ku bûn sedema jidestdana can û milkan, koçberkirina bizorê û gurkirina gotara nefretê.

El-Ne’san da xuyakirin ku karê komîteyê li gor biryara 1287 a sala 2025an e, her weha li gor yasayên niştimanî û peymanên navdewletî ye, û erkê wê ew e ku lêpirsînê derbarê tawanan de li gor yasaya sizayan û rêzikên yasaya navdewletî ya mirovahî bike.

El-Ne’san her weha got ku rêbaza komîteyê li ser bingeha serbixwebûn, bêalîbûn, zelalî û parastina qurbanî û şahidan ava dibe, û li gor vê rêbazê divê xalên veşartî yên bûyeran bên eşkerekirin, lêpirsîn derbarê binpêkirinan bêne kirin, gumanbar bên destnîşankirin, sizadan were misogerkirin û temîyên ku nehêlin careke dî binpêkirin pêk werin bêne pêşkêşkirin.

Di sê mehên borî de, Komîteyê li gelek parêzgehan lêpirsînên berfireh ên meydanî pêk anîne, delîl berhev kirine, dîdevanîyên hin wezîr, rayedar, kesayetên olî, xelkên deverê û kesên koçberkirî belge kirine, lêpirsîn bi hin gumanbarên leşker û yên sivîl re kirine, hejmarek kesên revandî azad kirine. Her weha Komîteyê bi hûrbînî li delîlên dîjîtal nerîye û ji nû ve xelekên zincîra bûyeran li pey hev rêz kirine.

El-Neʼsan destnîşan kir ku lêpirsîn berdewam in ta gihiştina hejmara dawîn a qurbanîyan, û komîte dê daxwaza dirêjkirina karê xwe ji bo temamkirina dosyayan bike.

Ji alîyê xwe ve, berdevkê komîteyê, ‘Emar ‘Izedîn, tekez kir ku karê komîteyê li gor pîvanên navdewletî ye, û her kesê ku destê wî di binpêkirin an gurkirina gotara nefretê de hebe, dê li gorî yasaya Sûrîyê were sizadan.

Parêzgarê Siwêdayê Rewşa Wargehên Demkî yên li Gundewarê Derayê Dişopîne
Ahinga Yekemîn Bîranîna Serkeftin û Rizgarîyê li Taxa Dumer li Şamê
Leşkerên rejîma Dagirkeriya Îsraîlê ber bi gundên Eyn el-Beyda, Ofanya û Huriyê yên li gundewarê Quneytrayê ve çûn
Wezîrê Çandinîyê û Parêzgarê Dêrezorê Kargeheke Şîr û Penîr li Gundewarê Parêzgehê Vekirin
Avahîya ″Dêra Kermel″ Careke Din li Rahîbeyên Xwe Hate Vegerandin
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Komîteya Lêpirsînan ya Niştimanî bo Buyerên SiwêdayêŞamSiwêda
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Sekreterê Giştî yê Serokomarîyê Pîrozbahîyên Serok El-Şeri’ Gihandin Patrîk Yuhannayê Dehem

3 minutes ago

Yekîtîya Odeyên Pîşesazîyê Planeke Nû ji bo Hilberînê Ragihand

1 hour ago

Wezîrê Hundirîn Serxweşîyê ji bo Şehîdbûna Polîs Mihemed Mesat li Helebê Pêşkêş Dike

2 hours ago

Rola Ragihandinê di Kêmkirina Gotara Nefretê û Bihêzkirina Aştîyê de

2 hours ago
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?