Quneytera-SANA
Hêzên dagirker ên Îsraîlê îro sibehê derbasî gundê Seydaya Colanê yê li başûrê gundewarê Quneyterayê bûn.
Peymanêrê SANAyê ragihand ku hêzeke dagirker a Îsraîlê ku ji pênc wesayîtan pêk dihat, derbasî gund bû û piştî demeke kurt jê vekişîya.
Hêzên dagirker ên Îsraîlê duh jî derbasî rojavayê bajarokê Xan Ernebe yê li bakurê gundewarê Quneyterayê bûn û çar welatî destgîr kirin. Her wiha derbasî derdora gundê Mearîya yê di nav devera Hewza Yermûkê de, li rojavayê parêzgeha Derayê bûn.
Hêzên dagirker ên Îsraîlê êrîşên xwe yên li ser axa Sûrîyê didomînin, ku ev yek binpêkirina Peymana Ragirtina Pevçûnan a sala 1974an, rêgezên zagona navdewletî û biryarên têkildar ên Neteweyên Yekbûyî ye.
Sûrîye van êrîşan şermezar dike û bang li civaka navdewletî dike ku ji bo rawestandina wan helwesteke tund wergire.