Şam-SANA
Rêveberê Bazirganîya Navxweyî li Parêzgeha Şamê, Xiyas Bekûr, ragihand ku piştî 445 gerên ku li bazarên cuda di meha borî de hatine pêkanîn, 1141 binpêkirinên temwînê hatine tomarkirin, her weha 260 nimûneyên madeyên xwarinê û xeynî wan jî ji bo pişkinînê hatine birin.
Bekûr dîyar kir ku rêveberîyê gerên xwe zêde kirine ji bo kontrolkirina bihayan, şopandina asta başîya kelûpelan û nehiştina hîlebazîyan û keysjêanîna bazirganan. Wekî din jî, tekezî li ser berdewamîya çavdêrîya rojane li hemî taxên Şamê, li gorî daneyên rast li ser tevgera bazarê, kir.
Her weha dîyar kir ku armanc ji vê yekê parastina mafê kesên madeyan dikirin û dabînkirina wan bi nirx û kalîteya guncaw, ligel tekezkirina li ser hişyarkirinê derbarê sizayan, ji bo peydakirina hevsengîyê di nav mafê xerîdaran û perpirsyarîyên bazirganan de.