Quneytra-SANA
Hêzên Dagîrker ên Îsraîlê îro derbasî gundê Ruyehînayê li gundewarê başûrê Quneytrayê bû, û berî ku jê vekişin, li navenda gund xaleke kontrolê ya demkî danîn.
Nûçegîhanê SANAyê ragihand ku hêza dagîrker ji çar wesayîtên leşkerî pêk dihat, û destnîşan kir ku dagîrker duh derbasî gundewarê rojhilatê Quneytrayê bû, û nehiştine karkerên derxistina ber û keviran bigihin cihên xwe.
Dagîrker êrîşên xwe yên li ser axa Sûrîyê didomîne, û Peymana Veqetandina Hêzan ya sala 1974an û yasaya navnetewî, binpê dike.
Di heman demê de Sûrîyê van binpêkirinan şermezar dike, û bang li civaka navnetewî dike ku tedbîrên lezgîn bigire da ku wan rawestîne.