Dêrezor-SANA
Parêzgeha Dêrezorê dest bi Dîdargeha Hikûmî ya Pêşîn ya ″Nêrîna Dêrezora 2040″ kir. Ev çalakî bi beşdarîya Emîndarîya Giştî ya Serokatîya Komarê û hejmarek ji wezîran û hevparên hikûmetê yên sektorên têkildar li dar ket, bi armanca danîna plana pêşerojê ya Nêrînê û destnîşankirina gavên ku dê ji bo cîbicîkirina wê werin avêtin bi awayê ku li gor plana niştimanî be, her weha derfetên veberhênanê ji bo piştgirîya aborîya niştimanî dabîn bike.
Ji alîyekî din ve, Dîdargehê daxwaza bicîanîna vê ezmûnê li parêzgehên din jî kir ji bo hevrêzkarîyê û pevguhertina pisporî û zanyarîyan, di dema ku Dêrezor hewcedarî nûavakirinê ye, piştî wêranîya mezin a ku di salên borî de lê çêbûye.





