Şam-SANA
Îro di encama êrîşeke çekdarên nenas li ser otobuseke rêwîyan li ser rêya Şam – Siwêdayê li nêzîkî benzînxaneya Mercaneyê, du kes şehîd ketin û hinekên din jî birîndar bûn.
Peyamnêrê SANAyê ragihand ku çekdaran gule li otobusê reşandine, di encamê de du kes şehîd ketine û çend kesên din jî birîndar bûne û ji bo wergirtina çareserîya pizîşkî ji bo nexweşxaneyê hatine veguhastin. Alîyên peywendîdar jî dest bi lêkolîn û şopandina bikeran kirine.
Fermandarê Ewlehîya Hundirîn li parêzgeha Siwêdayê, Emîd Husam El-Tehan, ji SANAyê re got: “Ev êrîşa terorîstî ya tirsonek, ku jîyana bêgunehan kir armanc, hewldaneke bêhêvî ye ji bo têkdana ewlehîyê û tirsandina welatîyên ku li aramîyê digerin.”
Navborî tekez kir ku ev hewldanên terorîstî dê nebin rêgir ku hêzên ewlehîyê erkên xwe cî bi cî bikin, destnîşan jî kir ku lêkolîn dê bi hemû tundîyê bidomin ji bo dîyarkirina bikeran û girtina rê li ber van êrîşan.