Şam-SANA
Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel a Sûrîyê, du lîsteyên dawî yên endamên desteya hilbijartinê ji bo navçeya hilbijartinê li bajarê (Girê Spî) li parêzgeha Reqayê, û navçeya hilbijartinê li bajarê (Serê Kanîyê) li parêzgeha Hesekê, weşandin.
Komîteyê destnîşan kir ku weşandina her du lîsteyan li ser bingehê bendên danezana destûrî, û bendên biryarnameya hejmar (66) a sala 2025an, û bendên biryarnameya hejmar (143) a sala 2025an, pêk hatiye.








Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel berê biryara hejmar (69) derxistibû, ku tê de avakirina komîteyên îtirazê ji bo navçeyên hilbijartinê li (Girê Spî – Serê Kanîyê) hebû.