Hesekê-SANA
Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor, bi hevkarîya Heyva Sor a Sûrî, 11 stasyonên pakkirina ava vexwarinê li bajarê Hesekê nûjen û çaksaz kirin.

Xebata nûjenkirinê bi dabînkirina pompên tevlêkirina dermanan, filter û madeyên kîmawî her weha dabînkirina çar sîstemên elektrîka enerjîya rojê pêk hat.
Berdevkekî komîteyê got ku ev alîkarîya mirovî, ava vexwarinê ji hezaran niştecihên hewcedar re dabîn dike, nemaze piştî rawestana Stasyona Elokê ku çavkanîya sereke ya avê bû ji deverê re.
Hêjayî gotinê ye ku bajar vêga wekî çavkanîyeke avê ya berdêl, xwe dispêre 20 stasyonên pakirina avê.