Şam-SANA
Rêvebirê têkiliiyan di Desteya Giştî ya Derwazên Sînorî yên Bejayî û Deryayî yên Sûrî de Mazin ʼElûş tekez kir ku ti têkiliya wan bi bilindkirina ala Sûriyê li ser derwazê Sêmalka yê sînorî li gel bakurê Iraqê tuneye û ti hevrêzkarî bi wan re di vî warî de pêknehatiye.
ʼElûş di daxwuyaniyakê ji SANAyê re dît ku bilindkirina QSD ji ala Sûriyê re li kêleka ala xwe li ser derwazê Sêmalka yê li ser çemê Dijleyê, tenê gaveke yekalî ye ji bo tevlîhevkirina kaxezan.
Tê zanîn ku wêneyek li ser soşyal medyayê hatiye belavkirin tê de alaya Komara Sûriyê li kêleka ala QSDê li wî derwazê gundewarê Hesekê hatibû bilindkirin.