Deraa-SANA
Fermandariya Ewlekariya Navxweyî li parêzgeha Deraayê, sûcdar ‘Elaa Gassab El-Sûdî, ku bi navê “Segmanê Coberê” tê nasîn girt, ji ber ku wî di serdema rejîma berê de beşdarî di tawanên giran de li dijî sivîlan kiriye.
Wezareta Karên Navxweyî li ser kanala xwe ya Telegramê, diyar kir ku lêpirsînan beşdarbûna El-Sûdî di şerên taxa Cobera Şamê de, her weha çend şerên li nava parêzgeha Derayê eşkere kir, ku ya herî dawî şerê bajarê Tefasê bû, di encamê de destê wî hatibû qutkirin. Lêkolînan her wiha beşdarbûna wî di perçekirina laşên qurbaniyan û hebûna wêneyên belgekirinê yên ku têde çekên cûrbecûr hildigire piştrast dikin.
Ewlekariya Navxweyî li Parêzgeha Derayê piştrast kir ku ew berdewam e di peyketina hemî kesên ku di pêkanîna tawanan de beşdar bûne û tedbîrên qanûnî li dijî wan digire da edalet bicî were.