Heleb-SANA
Konferansa Skrîptê ya bandorker û dirustkerên naveroka dîjîtal îro li Helebê dest pê kir. Di roja yekem de sê komxebatan rola amûrên dîjîtal di afirandina bandoreke erênî li ser civakê nîqaş kirin.
Komxebatekê ji wan têkilîya di navbera medyaya kevneşop û dirustkerên naverokê di warê berpirsyarî û bawerî û rêbazên yekgirtinê di navbera her du alîyan de ji bo xizmetkirina armancên hevpar ên civakî, nîqaş kir.
Komxebata din jî nîqaşa xwe der barê bikaranîna algorîtmayan û zîrekîya destkirdê de ji bo pêşxistina naverokê, zêdekirina belavkirina wê û pêşxistina tevlêbûnê kir.
Li alîyê din jî, birêvebiran da xuyakirin ku ev konferans 3 rojan dimîne û tekez kir ku armanca wê ew e ku ciwanan bi amûrên serdema dîjîtal hêzdar bike da ku xizmeta avakirina dewlet û civakê bikin.